Meşa mezin a Keraçiyê di piştgirîya Xezzeyê da hat lidarxistin
Çirî 05, 2026 18:43 Asia/Tehran
Bi hezaran kes ji gelê Keraçiya Pakistanê ji bo piştgirîya gelê Xezzeyê û nîşandana nerazîbûna li hember berdewambûna êrişên Rejîma Siyonîst, li vî bajarî meşiyan.
Ev meş li ser vexwendina Partîya Cemaeta Îslamî ya Pakistanê hat lidarxistin û beşdaran bi bilindkirina alaya Filistînê, hevgirtina xwe bi gelê Xezzeyê ra ragihandin.
Hafiz Neîm ur-Rehman, Serokê Cemaeta Îslamî ya Pakistanê, di vê kombûnê da li ser zêdekirina piştgirîya welatên îslamî ji gelê Xezzeyê û parastina Mizgefta Eqsayê tekez kir. Mehmûd Yûsif Eş-Şûbkî Miftîyê Xezzeyê jî di vê merasîmê da tevî sipasiya ji gelê Keraçiyê, li ser pêwîstîya yekîtîya welatên îslamî di piştgirîya Filistînê da tekez kir.