Xelkê Behreynê desteserkirin u muhakimekirina alimên dînî yên Şî`e şermezar kirin
Xelkê Behrêynê bi xwenîşandanekê li navçeya Durrê berdewamkirina desteserkirin u muhakimekirina alimên dînî yên Şî`e şermezar kirin.
Xwenîşanderan bi durişman berdewamkirina desteserkirin u muhakimekirina nedadmendane ya alimên dînî yên Şî`e şermezar kirin. Berî vîya li Grava Setreyê jî kombûneke bi vî rengî hatibû lidarxistin. Malpera Merat Behreynê jî amajeyî berdewamkirina muhakimekirina bi dehan alimên dînî yên Şî`e kirîye û ragihandîye ku civîna dawîyê ya dadgehê di 19ê Tebaxê da, 13 saetan berdewam bûye. Di mehên vê dawîyê da hin rapor têkildarî zêdebûna desteserkirin u sînordarkirina babetên mezhebî dijî Şî`eyên behreynê hatine weşandin. Çalakên sîyasî u mafên merivan xwestine ku kesên desteserbûyî bên berdan u ew sînordarkirin werin bidawîhanîn.