Dewama êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360406-dewama_êrişên_hewayî_yên_erebistanê_ser_yemenê
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekî de basa 37 êrişên hewayî yên Erebistanê ser navçeyên curbicur ên wilayetên Teiz û Hecê di rojekî de kir.
(last modified 2026-09-18T15:13:23+00:00 )
Îlon 18, 2026 16:27 Asia/Tehran
  •  Dewama êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekî de basa 37 êrişên hewayî yên Erebistanê ser navçeyên curbicur ên wilayetên Teiz û Hecê di rojekî de kir.

Yehya Serî got ku di encama van êrîşên hewayî de hejmarek ji sivîlên Yemenî şehîd û birîndar bûne. Êrîşên Erebistana Siûdî li ser Yemenê berdewam dikin, di heman demê de rêberê Ensarullahê yê Yemenê duh êvarê di gotarekê de tekez kir ku Erebistana Siûdî bi piştgiriya Amerîkayê û Siyonîstan êrîşî Yemenê dike. Seyîd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî got ku miletê me şer destpê nekiriye û em di rewşa parastinê de ne. Wî her wiha got ku êrîşên dawî bi bombebarana balafirgeha Senayê ji aliyê Siûdîyan ve dest pê kirin, ku ti hincetek rewa tune.
Rêberê tevgera Ensarullah a Yemenê her wiha got ku Erebistana Siûdî di 12 salên borî de ti rêz nîşan nedaye û bi hedefgirtina bazar, xanî, nexweşxane û dibistanan bi hezaran sivîlên Yemenî komkuj kiriye. Wî got ku tevî vê yekê jî, gelê Yemenê û hêzên çekdar li hember dagirkeriyê li ber xwe dane û tenê baregehên leşkerî û binesaziyên niftê yên Erebistana Siûdî hedef girtine. Wî her wiha hedefgirtina Mekeyê wekî derewek pir mezin, kirêt û hovane ku dijminê Siûdî dubare kiriye, bi nav kir.