Êrişa bi mûşekan a Yemenê ser Erebistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360326-Êrişa_bi_mûşekan_a_yemenê_ser_erebistanê
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku du komên balafirên cengê yên siûdî ji cûreya Tayfon û F- 15 li parêzgeha Seidê bûne hedef û got: Ev balafirên cengê bi bikaranîna mûşekên sîstima berevaniya hewayî yak u Yemenê çêkirine, neçar man paşda vekişin.
(last modified 2026-09-15T15:06:36+00:00 )
Îlon 15, 2026 12:28 Asia/Tehran
  • Êrişa bi mûşekan a Yemenê ser Erebistanê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku du komên balafirên cengê yên siûdî ji cûreya Tayfon û F- 15 li parêzgeha Seidê bûne hedef û got: Ev balafirên cengê bi bikaranîna mûşekên sîstima berevaniya hewayî yak u Yemenê çêkirine, neçar man paşda vekişin.

Sertîp Yehya Serî got: Balafirên cengê yên Erebistanê di 24 saetên buhurî de 54 êrişên hewayî dijî hin navçeyan li parêzgehên Teêz, Cewf, Mareb û Hecê cih anîne. Yehya Serî amajeyî zêde ji 300 êrişên hewayî yên Erebistanê di 5 rojên buhurî kir û got: Hêzên yemenî wek bertek, binkeya hewayî ya Melik Xalid li Xemîs Muşeytê dane ber bi dehan mûşekên balistîk û xwefiran. Wî pêgîrî kir operasiyona Yemenê li kûratiya axa Erebistanê heta dema sekinandina êrişan wê bidome û her êrişeke nû wê rastî bersiveke berfirehtir ve were.