Yemen: Me êrişî Şirketên Aramcoyê u Binkeya Hewayî ya Xemîs Meşîtê kir
Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê ragihand: Me bi mûşekên Balestîk u xwofirran êrişî çiqên Şirketa Aramcoyê u Binkeya Hewayî ya Xemîs Meşît ên Erebistanê kir.
Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê herwiha got: Erebistana Se`ûdî wek dijmin hin êrişên zalimane dijî gelê me kir, me wek bersiva wan, di çaçrova operasyonên girîng û berfire da, bi dehan mûşekên Balestîk u xwofirr ber bi çiqên Şirketa Aramcoyê li Ebha, Necran u Cîzanê û herwiha binkeya hewayî ya Xemîs Meşîtê va avêtin.
Yehya Serî herwiha got: Erebistana Seûdî ya dijmin bilî dorpêçkirina gelê Yemenê, ji esmîn va êrişî gelê me dike û cinayetan dike, mînaka dawîyê ya komkujîyê jî li parêzgeha Cewfê bû, herwiha xwofirrên sîxorîyê zêdetir bi kar tîne u kirêgirtîyan bi çekên curbicur ji bo destdirîjêyn xwe teyar dike.