Yehya Serî: Yemenê heta niha 8 niftkêşên Siûdî hedef girtine
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Me heta niha heşt niftkêşên Siûdî hedef girtine.
Sertîp Yehya Serî ragihand: Hêzên me îro gihîştine wê hêzê ku hevkêşeyan disepînin û bi hezkirina Xwedê, Karîne sê hevkêşeyan bidin sepandin.
Dorpêçkirin li himberî dorpêçkirinê, bi curekê ku me dorpêçek giran li ser dijmin se sepandiye ku heta keştîyek jî nikare ji nav wê derbas bibe. Hevkêşeya duyem êrişa ser cihê bicihbûna siûdiayn li her deverê kuhebin. Hevkêşeya sêyem parastina serweriya Yemenê û rawestana li himberî her binpêkirina serweriya wê ji hêla dijmin ve ye. Yehya Serî got: Ji 20ê Tîrmehê vir ve, hêzên çekdar ên Yemenê karîne heşt keştîyên niftê yên Siûdî bikin armanc ku pênc ji wan li Deryaya Sor û sê jî li Kendava Aden û Deryaya Ereb bûne.