Yemenê êrişî gemiya siûdî kir
Tebax 17, 2026 18:53 Asia/Tehran
Sertîp Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Bi alîkariya Xwedê, hêzên çekdar ên Yemenê karîn gemiyeke leşkerî ya siûdî yê taybetî veguhestin û peyakirina leşkeran ku çar belemên leşkerî pê re bûn, li Deryaya Sor û nêzîkî perravên Muxayê bikin hedef.
Ev operasiyona bi bikaranîna çend mûşekên balistîk û bi hûrbînî cih hat û mûşek tam li armanc ketin û di encamê de gemî bi tevahî di êgir de şewitî û belemên pê re jî yan niqumî avê bûn yan jî agir li wan ket.
Hêzên çekdar pêgîrî dikin ku hemû liv û tevger û karên dijminê siûdî ji bo komkirina leşkeran bi hûrî dişopînin û wê her çalakiyekî bi vî rengî çi li avê û çi li derveyî avê bikin hedefa êrişên xwe.
Serepeyv