Hizbullah: Em ê tu carî teslîm nebin 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i359646-hizbullah_em_ê_tu_carî_teslîm_nebin
Tevgera Hizbullaha Lubnanê vîdyoyek nû bi navê "Em ê li ber xwe bidin û em ê tu carî teslîm nebin" weşand û xitabî  dijberên xwe û rejîma Siyonîst  tekezî li ser berdewamiya berxwedan û teslîmnebûnê kir.
(last modified 2026-08-16T13:48:36+00:00 )
Tebax 16, 2026 13:07 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Em ê tu carî teslîm nebin 

Tevgera Hizbullaha Lubnanê vîdyoyek nû bi navê "Em ê li ber xwe bidin û em ê tu carî teslîm nebin" weşand û xitabî  dijberên xwe û rejîma Siyonîst  tekezî li ser berdewamiya berxwedan û teslîmnebûnê kir.

Di vê vîdyoyê de, ku hin beşên gotara vê dawiyê ya Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Şêx Neîm Qasim dihewîne, wî tekez kir ku berxwedanê rê li ber dijmin girtiye ku bigihîje armancên xwe û micid e ku vebijêrkên xwe bidomîne. Wî diyar kir: Ji bo me, ev şer şerê êrişkerî û hebûnê ye û ji ber vê yekê me bi şêweyê rûbirûbûna Aşûra û Kerbelayê , ev şer dîzayn kiriye.Şêx Neîm Qasim destnîşan kir: "Her kesê ku li ser teslîmbûna berxwedanê hesab dike, tenê  di nava xeyalan de ye.Sekreterê Giştî yê Hizbullahê her wiha got: Em bi şêweyê rûbirûbûna Kerbelayê rûbirûyî vî şerî bûne û em ê tu carî teslîmbûnê qebûl nekin û em ê bi tundî û bi micidî bisekinin.

 Sekreterê Giştî yê Hizbullahê xitabî şervanên berxwedanê got : Hûn taca serî, nîşanên serkeftinê, mînaka fedakarî û xweragirtinê, û şewqa azadî û serxwebûnê ne; rûmeta me ew e ku em di şerê azadî, rûmet û mirovahiyê de li kêleka we ne.