Dewama destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i359620-dewama_destdirêjiya_rejîma_siyonîst_ser_başûrê_libnanê
Rejîma Siyonîst hin navçeyên li başûrê Libnanê dan ber êrişên bi top û xwefiran
(last modified 2026-08-14T15:24:05+00:00 )
Tebax 14, 2026 18:52 Asia/Tehran
  • Dewama destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê

Rejîma Siyonîst hin navçeyên li başûrê Libnanê dan ber êrişên bi top û xwefiran

Rejîma Siyonîst bi dewama binpêkirina agirbesê hin navçeyên li başûrê Libnanê ji wan bajarokên Mensûrî, Mecdelzon û Kefrayê dan ber êrişên bi top û xwefiran. Topxaneya Rejîma Siyonîst herwiha derdora girê Elî El Tahir li başûrê Libnanê jî da ber topan. Di eynî demê de serokê Parlimanan Libnanê bi pêgîriya li ser viya ku istiqrara vî welatî maye ser sekinandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst, daxwaza bidawîanîna demlidest a êrişên Rejîma Siyonîst ser Libnanê kir. Nebîh Bêrî got ku kilîla istiqrara Libnanê eva ye ku Rejîma Siyonîst were neçarkirin ku destdirêjiyan bide sekinandin. Bêrî daxwaza bidawîanîna demlidest a êrişên vê rejîmê û paşdavekişîna hêzên wê nav sînorên navnetewî kir û sekinandina destdirêjiyan mercê sereke yê dewama pêvajoya muzakireyan da zanîn.