Hêzên Çekdar ên Yemenê: Sernixûnkirina xwefira Tirkiyê li esmanê Yemenê
Tîrmeh 26, 2026 15:23 Asia/Tehran
Yemenê li ser sernixûnkirina xwefira Tirkiyê li esmanê parêzgeha Cewfê agahî da.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand: Sîstemên Berevaniya Esmanî yên vî welatî xwefireke keşfê -êrişkerên ji cureya Baryaqdar Akincî ya berhema Tirkiyê ya dijminê sûdî jorde xistin. Ev xwefir di dema operasyona destdirêjkerane li esmanê parêzgeha Cefwê bi çekên guncaw ket ber êrişan. Berdevkê Hêzn Çekdar ên Yemenê tekez kir: Em ê li himberî her hewleke jibo binpêkirina serweriya welêt rawestin û bi hezkirina Xwedê me şiyan û îmkanên pêdivî jibo vî karî heye.