Êrişên hevdudanî yên Yemenê ser Erebistanê
Wek bersiva li hember êrişa hewayî ya Erebistana Siûdî ser bendera Hudeydê, medyayên navçê basa êrişa bi mûşek û xwefiran ya hêzên çekdar ên Yemenê ser Erebistanê dikin.
Wezareta karên derve ya Yemenê jî bi ragihandina viya ku Erebistan bi êrişa ser Hudeydê şaşitî û ehmeqtiyeke mezin kiriye, pêhişyarî da: Êrişa Erebistanê wê berdêleke giran ji bo Riyazê hebe.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin wek bersiva li hember êrişa hewayî ya Erebistana Siûdî ser bendera Hudeydê, bajarê Cazan ê Erebistanê ketiye ber êrişa hevdudanî ya bi mûşek û xwefiran a yemeniyan. Li gorî çavkaniyên medyayan zêde ji 5 teqîn bajarê Cazan ê Erebistanê hejandin. Çavkaniyên yemenî jî ragihandin: Navçeya pîşeyî ya li Cîzan a Erebistanê ketiye ber êrişa yemeniyan.
Çend saetan berî nika wezareta karên derve ya Yemenê bi ragihandina viya ku Erebistan bi êrişa ser Hudeydê şaşitî û ehmeqtiyeke mezin kiriye, pêhişyarî da ku: Êrişa Erebistanê wê berdêleke giran ji bo Riyazê hebe.
Polîtboroya Ensarullahê jî pêhişyarî daye: Cinayetên vê dawiyê yên Rejîma Siûdî wê bêbersiv nemînin û hevkêşiya pêşîlêgirtinê ku gel, rêbertî û hêzên me yên çekdar pêk anîne, zelal û misoger e.
Ev daxuyaniya li bara dûhatên vê êrişa Erebistanê pêhişyarî daye û destnîşan kiriye: Dorpêç li hember dorpêçê, bender li hember benderan, girankirina aloziyan li hember girankirina aloziyan û berdewamkirina destdirêjiyan wê ji bo destdirêjkiran ji bilî xisarên zêdetir tiûtek tinebe.
Berî nika Mihemed Ebdulselam, berdevkê fermî yê Ensarullaha Yemenê jî bi derewzanîna her cûre qesdek ji bo girêdana Tengerêya Babelmendebê yan alozîderxistina li gemîvaniya navnetewî bi rêya vê avrêyê, pêgîrî kiribû ku dorpêça deryayaî ya ku hatiye ragihandin,tenê ji bo gemiyên Erebniatana Siûdî ye.