2 leşkerên Siyonîst li başûrê Libnanê hatin kuştin û birîndarkirin
Medyayên Rejîma Siyonîst ragihandin leşkerekî vê rejîmê li başûrê Libnanê hatiye kuştin û leşkerekî din jî hatiye birîndarkirin.
Medyayên Rejîma Siyonîst ragihandin leşkerekî vê rejîmê li başûrê Libnanê hatiye kuştin. Artêşa dagirkir ji xwe mukur hatiye ku leşkerek ji tabûra 75`an li başûrê Libnanê hatiye kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.
Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku birînên vî leşkerî sivik in. Radiyoya Artêşa Rejîma Siyonîst jî ragihand ku ji dema destpêbûna şêrr ve heta nika 5 hêzên peymanî yên artêşa vê rejîmê di şerrê li Xezze û Libnanê de hatine kuştin.
Anegorî vê raporê artêşa Rejîma Siyonîst van kesane ji kuştiyên xwe yên fermî nehesibandiye û malbatên wan jî nexistine di nav lîsteya malbatên tazîdar ên leşkeran de.