Hevdîtin û gotûbêja digel rayedarên payebilind ên Umanê
Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclisa Îranê û Serokê Şandeya muzakireker a Îranê bi Amerîkayê re ku piştî sefera Swîsrayê sefera Umanê kiriye, di gel rayedarên Mesqetê hevdîtin pêk anî.
Di vê hevdîtinê de Seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî amade bibû. Her du alî li bara hevkarî û cîranetiya baş di navbera paşatiya Uman û Îranê û riyên geşaiya wê di çarçoveya dabînkirina berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin. Wan her wiha nêrînên xwe li bara dawîn alûgurên navçê xist rojevê. Her du alî tekezî li ser girîngiya behrewergirtina ji derfeta niha ya dîplomatîk jibo piştgiriya hewlên aşitiyê, xurtkirina pêvajoya kêmkirina nakokiyan û xurtkirina istiqrarê, li gorî prensîpên mafên navneteweyî û cîranetiyê kirin. Muhemed Baqir Qalîbaf beriya sefera Umanê di nava koma nûçegîhanan de tekezî li ser rêveberiya tengerêya Hormizê kiribû û destnîşan kiribû ku rewşa tengerêya Hormizê dê qet venegere rewşa beriya şêr.