Zêdebûba êrişên DAIŞ`ê ser Kurdên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i357344-zêdebûba_êrişên_daiŞ_ê_ser_kurdên_sûriyê
Terorîstên DAIŞ`ê di meha Mijdarê de 22 caran êrişî ser navçeyên kurdnişîn ên li bakûr û rojhilatê Sûriyê kirine ku di encama van êrişan de çend kesên sivîl û endamên HSD`ê hatine kuştin yan birîndar bûne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 04, 2025 16:47 Asia/Tehran
  • Zêdebûba êrişên DAIŞ`ê ser Kurdên Sûriyê

Terorîstên DAIŞ`ê di meha Mijdarê de 22 caran êrişî ser navçeyên kurdnişîn ên li bakûr û rojhilatê Sûriyê kirine ku di encama van êrişan de çend kesên sivîl û endamên HSD`ê hatine kuştin yan birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya HSD`ê di daxuyaniyekî da bi ragihandina viya ku endamên DAIŞ`ê di meha Mijdarê de 22 caran êrişî ser navçeyên kurdnişîn ên li bakûr û rojhilatê Sûriyê kirine dilnîgeraniya li ser giranbûna van êrişan ser axa Sûriyê nîşan da û pêgîrî kir êrişa ser Kurdên Sûriyê di halekî da zêde bûye ku biryar bû hikûmeta demkî ya Colanî di şerrê Hevalbendiya Navnetewî bi terorîstên DAIŞ`ê re hevkariyê bike û zêdebûna van êrişan berovajî vî yekî misoger dike.

Nûrî Mihemed, fermandeyekî HSDê jî bi diyarkirina dilnîgeraniya ji ber giranbûna êrişên DAIŞ`ê ser Kurdên Sûriyê got: DAIŞ hewl dide bi girankirina êrişên xwe, bîrên niftê yên navçeyên kurdnişîn û bi taybet bîrên niftê yên Tenefê bigire destê xwe.