Lihevkirina Efganistan u Pakistanê ser agirbesê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i356700-lihevkirina_efganistan_u_pakistanê_ser_agirbesê
Pakistan u Efganistanê bi navbeynkarîya Qeterê li ser agirbesa tam u sekinadina êrişên ser sînorê her du welatan, li hev kirin.
(last modified 2025-10-19T12:26:20+00:00 )
Çirî 19, 2025 15:50 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Efganistan u Pakistanê ser agirbesê

Pakistan u Efganistanê bi navbeynkarîya Qeterê li ser agirbesa tam u sekinadina êrişên ser sînorê her du welatan, li hev kirin.

Pakistan u Koma Talibanê lihev kirine ku di rojên bê da yê ji bo garantîkirina mayindebûna agirbesê û şêwaza bawerpêkirî u mayinde ya bicihanîna wê bicivin u b vê rêyê alîkarîyê bidin ewlehî u istiqrara her du welatan.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand ku ev lihevkirina yê bibe sedema kêmkirina gêreya ser sînorê Pakistan u Efganistanê û bingeheke qahîm ji bo aştîya mayinde li navçeyê be.

Zebîhullah Micahid Berdevkê Koma Talibanê lihevkirina her du alîyan piştrast kir u pêgirî ser sozdarîya her du alîyan hibmer aştî, rêzgirtina dualî û peywendîyên baş ên cînaretîyê kir. 

Xacê Asif Wezîrê Berevanbîyê yê Pakistanê jî ragihand ku bi wajokirina vê rêkevtinameyê, êrişên terorîstî yên ji axa Efganistanê ser axa Pakstanê dê bên sekinandin.