Jordaçûna haletên xwekuştinê di artêşa Rejîma Sîyonîst da
Tîrmeh 20, 2025 17:01 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma Sîyonîst di çend mehên buhurî da pêrgî derbên giran li meydanê bûye û herwiha nekarîye bigihîje armancên xwe yên leşkerî û morala hêzên wê jî têk çûye.
Medyayên Rejîma Sîyonîst amajeyî jordaçûna haletên xwekuştinê di nav leşkerên artêşa vê rejîmê da dikin û radigihînin ku leşkerekî paraşûtvan di hefteya buhurî da xwe kuştîye û bi vî awayî hejmara leşkerên ku di 2 hefteyên buhurî da xwe kuştine, rabû 4 kesan.
Hin medyayên Rejîma Sîyonîst dibêjin ku ev xwekuştina leşkeran encama zextên rewanî yên ji ber şerê Xezzeyê, têkçûnên li meydanê, nebûna pêbawerîyê himber rêvebirên sîyasî û leşkerî û bêhêvîbûna berfire ya di nav leşkeran da zanîne.