Ensarullaha Yemenê hişyarî da şirketên gemîvanîyê yên hevkarê Rejîma Sîyonîst
Tîrmeh 11, 2025 18:14 Asia/Tehran
Rêberê Ensarullaha Yemenê amajeyî dorpêça mirovî ya li Xezzeyê kir û ragihand ku vê tevgerê 45 mûşekên pêşketî ber bi Rejîma Sîyonîst va avêt û bi awayekî ciddî hişyarî da şirketên gemîvanîyê yên hevkarê Rejîma Sîyonîst a dagirker.
Seyîd Evdilmelik Hûsî got: Yemen bi awayekî teqil hatin û çûyîna gemîyên israyîlî li Deryaya Sor, Kendava Edenê û Deryaya Ereb bi cih tîne. Her hewla ji bo binpêkirina vê qedexetîyê, yê pêrgî bersiveke tund bibe. Vê hefteyê 2 gemîyên şirketên ku dil hebûn derbasî bendera Um Reşraşê bibin, nuqumî bin avê bûn.
Rêberê Ensarullaha Yemenê cinayeta Rejîma Sîyonîst a vê dawîyê ya kuştina sivîlên filistînî li Dêr Belehê şermezar kir û ew ``riswatîya mezin a şaristanîyeta rojavayî`` bi nav kir.