Artêşa Yemenê êrişî Balafirgeha Ben Goriyonê li Filistîna Dagirbûyî kir
Hêzên çekdar ên Yemenê bi awayekî deqqî êrişî Balafirgeha Ben Goriyon û çend cîyên din ên Rejîma Sîyonîst kirin.
Di daxûyanîya sererkantîya hêzên çekdar a Yemenê da hatîye: Di çarçova piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê û têkoşerên vî gelî da û wek bersivek himber jînosayda ku Rejîma Sîyonîst himber birayên me li Zîvala Xezzeyê dimeşîne, rm di encama operasyoneke taybet da bi mûşeka Balestîk a haypersonîk a Filistîn-2yê êrişî Balafirgeha Ben Gorîyonê ku ketîye navçeya Yafa ya dagirbûyî, kir.
Yehya Serî Berdevkê Sererkantîya Hêzên Çekdar a Yemenê herwiha got: Şukra Xwedê ev operasyona bi awayekî serkevtî pêk hat û di encamê da sîyonîstên dagirker revîn sitargehan û geştên wê balafirgehê hatin sekinandin.
Hêzên çekdar ên Yemenê herwiha bi 3 xwofirran êrişî 3 cîyên hestyar ên Rejîma Sîyonîst li Yafa, Esqelan û Um Reşreşê li Filistîna Dagirbûyî kirin.