Berpirsê Tevgera Ensarullaha Yemenê: Mayîndebûna Yemenê bi milyonek êrişan jî nayê şikandin
Berpirsê peywendiyên giştî û ragihandinê yê tevgera Ensarullaha Yemenê tevî tekeziya ser berxwedana li hemberî Amerîkayê û gefên Donald Trump serokomarê vî welatî got: Yemen bi milyonek êrişî jî ji meydanê dernakeve.
Ebdulrehman El-Ehnûmî got: Miletê Yemenê dê di warê piştgiriya ji zîvala Xezzeyê rijd û cidî be û qet ji helwesta xwe venakişe. Gelê Yemenê dev ji gelê Zîvala Xezzeyê bernade heta heke em hemû şehîd bibin jî.
Berpirsê peywendiyên giştî û ragihandinê yê tevgera Ensarullaha Yemenê tekez kir: Sena bi 200 hezar êrişan nehat şikandin û mayîndebûna wê jî bi yek milyon êrişan nayê şikandin. Gelê Yemenê xwediyê helwêsteke berheq in û serê axir dê destdirêjkar bidorînin. Helwesta cidî ya Yemenê li hember dagirkerên Îsraîlî wê di dawiyê de bibe sedema serkeftinê.
Di bersiva gefên vê dawiyê yên Trump de jî, vî berpirsê Yemenê got: Ew gef û êriş beşeke ji propaganda û şerê derûnî yê Amerîkayê li dijî gelê Yemenê ye. Wî got ku Gelê Yemenê dê di rêza herî pêş a piştgiriya ji Filistînê bi taybetî ji zîvala Xezzeyê bimîne.