Adar 16, 2025 16:00 Asia/Tehran

Polîtbîroya Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku êrişa Amerîkayê ser deverên xelknişîn ên Sen`ayê kiryareke dijminane û cinayetkerane ye û yê bêy bersiv nemîne.

Polîtbîroya Tevgera Ensarullaha Yemenê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku êrîşa ser sivîlan û deverên xelknişîn cinayetke cengê û nîşaneya birêxistina xofê ya Amerîkayê himber gelan û welatên neyarê Waşîngtonê ye. 

Ensarullaha Yemenê di dewama daxûyanîya xwe da pêgirî kir ku destdirêjîya leşkerî nikare pêşîya alîkarî û piştgirîya gelê Yemenê ji gelê Filistînê û pêkanîna erka piştgirya ji Zîvala Xezzeyê bigire. Ev êriş yê bê bersiv nemîne û hêzên çekdar ên Yemenê ji bo bersivdana himberî êrişan tam amade ne.

Wezareta Karên Derve ya Yemenê jî di daxûyaniyekê de êrişa Amerîkayê ser wî welatî binpêkirina eşkere ya serwerî û yekperçetiya axa Yemenê, menşûra Neteweyên Yekbûyî û yasayên navneteweyî zanî.

Di dewama bertekên hibmerî wê êrişa Amerîkayê ser Yemenê da, Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ev êriş mehkûm kir û ew di çarçova piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji qirrkirina gelê Filistînê û tepeserkirina her cure hevgirtin û piştgirîya ji mafên rewa yên gelê Fiilstînê zanî.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî ev êrîş piştgiriyeke eşkere ji Rejîma Siyonîst û cinayetên wê yên himber gelê Filistînê û gelên navçê, bi taybet li Sûriyê û Lubnanê zanî.

Tevgera Hizbullaha Libnanê jî êrişa Amerîkayê ser Yemenê şermezar kir.

Amerîka bi heceta êrişên Yemenê ser gemîyên amerîkî êrişî hêzên yemenî dike û ev di halekî da ye ku artêşa Yemenê wek bersiva hibmerî destdirêjîyên Amerîkayê êrişî gemî û paporên amerîkî yê li Deryaya Sor dikir.

Serepeyv