Sibat 26, 2025 17:20 Asia/Tehran

Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst êrişî hin navçeyên başûra Şamê û parêzgeha Der`ayê kirin.

Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst êrişî hin binkeyan li parêzgehên Şam û Derayê kirin. Balafirên cvengê yên Rejîma Sîyonîst herwiha êrişî binkeya çiqa yekem a artêşa Sûrîyê li başûr- rojavaya Şamê kirin. Medyayên sûrî jî ragihandin ku hêzên bejayî yên artêşa Rejîma Sîyonîst hevgavê wan êrişên hewayî ketin hin navçeyên parêzgehên Quneytere û Der`ayê. Di vî halî da Tevgera berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) û Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê bi tundî destdirîjya cinayetkerane ya vê dawîyê ya Rejîma Sîyonîst ser hin navçeyên Sûrîyê şermezar kirin.

Hemasê pêgirî kirîye: Êrişa dagirkeran, destdirêjîya aşkira ser serwerîya Sûrîyê  û domandina sîyaseta zorbêjîyê ya Rejîma Sîyonîst himber welatên ereb e. Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê jî destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser axa Sûrîyê şermezar kir û pêgirî kir ku bombebarankirina başûra Şamê û dagirkirina hin navçeyan binpêkirina aşkira ya serwerîya Sûrîyê û gefek himber yekperçetîya axa vî welatî ye.

Ji hêla din va, gelê Sûrîyê şevê bi meşê li şarên Şam û Humsê destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên wî welatî şermezar kirin. Şayanî gotinê ye ku piştî ketina hikûmeta Esed, artêşa Rejîma Sîyonîst ji nebûna desthilatê li Sûrîyê bi awayekî narewa sûd wergirt û hemî binesazî û imkanên leşkerî û hinekên aborî yên wî welatî bombebaran kir û hin navçeyên vî welatî jî dagir kirîye û heta vê gavê jî ne hazir e ku j iwan derkeve. 

Serepeyv