Pevçûna polîs û xwenîşanderan li Têlavîvê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i353336-pevçûna_polîs_û_xwenîşanderan_li_têlavîvê
Bajaroknişînên Siyonîst li Têlavîvê xwenîşandan li dar xistin û li hember astengîderxistina Rejîma Siyonîst li ser rêya cihatina hevhatinameya agirbesê û bi hevreguherîna girtiyan nerazîbûna xwe nîşan dan.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 11, 2025 11:04 Asia/Tehran
  • Pevçûna polîs û xwenîşanderan li Têlavîvê

Bajaroknişînên Siyonîst li Têlavîvê xwenîşandan li dar xistin û li hember astengîderxistina Rejîma Siyonîst li ser rêya cihatina hevhatinameya agirbesê û bi hevreguherîna girtiyan nerazîbûna xwe nîşan dan.

Polîsê Rejîma Siyonîst êrişî xwenîşanderan kir û bi van re kete şerr û pevçûnê. Xwenîşanderên hêrsbûyî, kolana Eyalonê li Têlavîvê girêdan û daxwaza cihatina hemû qonaxên hevhatina bi hevreguherîna dîl û girtiyan kirin. Ji ber pêbendnebûna Rejîam Siyonîst li xalên hevhatina agirbesê li Zîvala Xezzê, radestkirina hejmarek ji girtiyên Rejîma Siyonîst hatiye paşdaxistin.