Li Yemenê herî kêm 19.5 mîlyon kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352962-li_yemenê_herî_kêm_19.5_mîlyon_kes_hewcedarê_alîkariyên_mirovî_ne
Alîkarê sersekreterê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî û kordînatorê alîkariyên hawarhatinê li bara gurrbûna qeyrana mirovî li Yemenê hişyarî da û ragihand ku herîkêm 19.5 milyon kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 16, 2025 10:44 Asia/Tehran
  • Li Yemenê herî kêm 19.5 mîlyon kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne

Alîkarê sersekreterê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî û kordînatorê alîkariyên hawarhatinê li bara gurrbûna qeyrana mirovî li Yemenê hişyarî da û ragihand ku herîkêm 19.5 milyon kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne.

Coys Mesoya roja çarşemiyê li Konseya Ewlehiyê got: Qeyrana Yemenê her ku diçe girantir dibe û îsal herîkêm 19.5 milyon kes li vî welatî hewcedarê alîkariyên mirovî ne ku ev hejmar yek milyon û 300 hezar kes ji sala 2024`an zêdetir e. Wî destnîşan kir ku hema hema nîvê nifûsa Yemenê ango zêdeyî 17 milyon kes nikarin hewcetiyên xwe yên sereke yên xwarinê dabîn bikin û basa dijminatiyên dilnîgerankir û ber bi êzdebûnê ve li Yemenê û derdora wê kir.

Coys Mesoya bal kişand ser zêdebûna êrîşên li ser binesaziyên girîng ên sivîl li Yemenê di meha buhurî de û got: Di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê ser Hudeyde û Senayê de bi dehan kesên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û xisarên zav li binavahiyên sivîl ketiye. Vî rayedarê NY herwiha got: Yemen du sêyê xwarinên pêwîst û ji sedî 90`ê hemî derman û alavên pijîşkî ji xelkê xwe re ji derve dikire.