Hizbullah: Amerîka û civaka navdewletî selimandin ku ew ne piştgirê Lubnanê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352758-hizbullah_amerîka_û_civaka_navdewletî_selimandin_ku_ew_ne_piştgirê_lubnanê_ne
Nûnerekî Hizbullahê bal kişand ser wê yekê ku komîteya çavdêriya cihanîna agirbesê û civaka navneteweyî tevî îdiayên xwe, ti pêngavekê ji bo piştgiriya ji Lubnanê li hember destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ranekirine.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 02, 2025 13:59 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Amerîka û civaka navdewletî selimandin ku ew ne piştgirê Lubnanê ne

Nûnerekî Hizbullahê bal kişand ser wê yekê ku komîteya çavdêriya cihanîna agirbesê û civaka navneteweyî tevî îdiayên xwe, ti pêngavekê ji bo piştgiriya ji Lubnanê li hember destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ranekirine.

Husêyn El-Hac Hesen, endamê frakisyona Wefadariya  jibo  berxwedanê li parlemana Lubnanê, derbarê rewşa vî welatî piştî şer ragihand: Hizbullah pabendî soza şehîd Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê berê yê xwe di Tîrmeha 2006`an de bûye û Şêx Neîm Qasim cîgirê Şehîd Nasrallah berpirsiyar bûye ku  hemû  kaviliyên piştî destdirêjiyên dijmin avedan bike. 

Husêyn El-Hac Hesen di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand  ser binpêkirina dubare ya peymana agirbesê ji aliyê dijminên siyonîstî ve û got: Rejîma dagirker ji dema rawestandina şer her roj bi awayên curbicur peymana agirbesê binpê dike.Wî her wiha got: Aliyên navneteweyî û kesên ku îdiaya serweriya Lubnanê dikin, heta daxûyaniyek jî li berteka destdirêjiyên dijminê siyonîst dernexistine.