Derketina 500 efseran ji artêşa Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352560-derketina_500_efseran_ji_artêşa_rejîma_siyonîst
Medyayekî siyonîst ragihand ku nêzî 500 efserên artêşa rejîma dagirkir di şeş meha dawîn a îsal da dev ji kar berdane.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 19, 2024 14:06 Asia/Tehran
  • Derketina 500 efseran ji artêşa Rejîma Siyonîst

Medyayekî siyonîst ragihand ku nêzî 500 efserên artêşa rejîma dagirkir di şeş meha dawîn a îsal da dev ji kar berdane.

Rojnameya îsraîlî ya Îsraîl Hiyûmê di vî warî de aşkera kir: Nêzî 500 efser bi pileya Sergordiyê bi hedê xwe di şeş meha duyem a îsal da ji artêşê derketine.

Îsraîl Hiyûmê nivîsî: Fermandetiya artêşa Îsraîlê ji berzêdebûna derketina leşkeran ji artêşê matmayî bûye û tê texmînkirin piştî agirbesa muhtemel a li Zîvala Xezzê ev yeka zêdetir jî bibe.

Îsraîl Hiyûmê nivîsiye gelek sedem di derketina leşkerên Îsraîlê ji artêşê bandora xwe hene ku yên herî girîng zexta ji ber dewama şêrr û pirsgirêkên aborî ne.