Awarebûna 400 hezar zarokên libnanî di 3 hefteyên şêrr de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i351758-awarebûna_400_hezar_zarokên_libnanî_di_3_hefteyên_şêrr_de
UNICEF`ê ragihand ku zêde ji 400 zarok li libnanê di sê hefteyên derbasbûyî de aware bûne û li ser xetera nivşeka ji destçûyî li Libnanê pêhişyarî da.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 16, 2024 13:06 Asia/Tehran

UNICEF`ê ragihand ku zêde ji 400 zarok li libnanê di sê hefteyên derbasbûyî de aware bûne û li ser xetera nivşeka ji destçûyî li Libnanê pêhişyarî da.

Têd Şîban, alîkarê birêvebirê cibicîkar ê UNICEF`ê got: Di sê hefteyên buhurî da zêde ji 100 zarok şehîd bûne û zêde ji 800 zarokên din jî birîndar bûne, herwiha mîlyonek û 200 zarok ji perwerdehiyê bêpar mane û çûyîna li dibistanên fermî pirr zehmet bûye; hinek ji van dibistanan ji ber şêrr derbe li wan ketine yan jî wekî sitargeh tên bikaranîn.

Şîban got: Para zêde ya zarokan gelek şidet dîtine ji wan dengê teqîn yan gulleyan, bi awayekî ku ji her dengekî bilind ditirsin. Wî li ser parastina binavahiyên leşkerî û sekinandina demlidest a pevçûnan li Libnan û Xezzê pêgîrî kir û got: Divê îradeya siyasî hebe û were zanîn ku ev şerr bi rêya leşkerî çareser nabin.