Tebax 15, 2024 07:35 Asia/Tehran
  • Hizbullahê bi dehan mûşekên Katyûşa qereqola Beyt Hilelê têk bir

Hizbullahê bi daxuyaniyeke nû ragihand ku wan êrişeke nû kirine ser meqera fermandetiya artêşa dagirker li qereqola Beyt Hilelê.

Hizbullaha Lubnanê di vê daxûyaniyê de ragihand ku ji bo piştevaniya ji gelê berxwedêr ê  Filistînê li Xezeyê û alîkariya jibo  berxwedana wêrek û şerîf û wek berteka li hiberî  êrişa Rejîma Siyonîst bajarokê Belîdayê , têkoşerên berxwedana Îslamî ya Lubnanê meqera fermandetiya Tabûr El-Sehlê li qereqola Beyt Hilelê bi mûşekên Katyûşa kirin armanc.

Bi destpêkirina operasyona Bahoza El-Eqsayê ji aliyê komên Berxwedana Filistînê ve, Tevgera Hizbullaha Lubnanê  jibo sergerimkirina leşkerên siyonîst li bakuê Filistînê û jibo kêmkirina zexta dijî berxwedanê li Filistînê, dest bi  operasyonên her rojî û giran  dijî meqerên Rejîma Siyonîst li anva axa Filistînê kiriye./

Medyayên siyonîstî  jî bi caran îdia kirine ku Hizbullah li bakurê navçên dagirbûyî yên Filistînê  tim serdest e û artêşa Rejîma Siyonîst  li vê navçeyê ketiye davikê.

 

Serepeyv