Operasyonên Hizbullaha Lubnanê li sînorên bakurî di roja 256-emîn a şerê Xezeyê
Hizbullaha Lubnanê di operasyonên xwe yên îro de li bakurê Filistîna dagirbûyî, tankeke Merkava, navenda topxaneya artêşa Siyonîst û çend baregehên xwe kirin hedef.
Hizbullaha Lubnanê ragihand ku tankeke Merkava ya Îsraîlî li baregeha Hedeb Yarînê li bakurê Filistîna dagîrkirî bi xwefireke întiharî kiriye armanc û ziyanên madî gihandine dagirkeran.
Hizbullahê di operasyoneke din topxaneya tabûra 411an a artêşa Rejîma Siyonîst cihê kombûna leşkerên siyonîst navçeya Nave Ziv û cihê kombûna leşkerên siyonîst li vê navçê bi xwefiran da ber êrişan û ziyanên madî gîhand wan.
Navensa îsraîlî ya El-Remsayê li bilindahiyên dagirbûyî yên Kefer Şûbayê jî bû armanca êrişa mûşekî ya Hizbullahê.
Hizbullaha Lubnanê baregeha Zubdînê li erdên dagirbûyî yên Şebayê bi êrişeke mûşekî kire armanc û ziyanên zav û cidî gihandin Siyonîstan.
Pêştir jî Hizbullaha Lubnanê vîdyoyek belav kiribû ku tê de firokeya keşfê ya berxwedana Lubnanê li halê firîna ser esmanê bendera Heyfayê li bakurê erdê dagirbûyî ye.
Ev xwefira Hizbullahê li bakurê erdên dagîrkirî wêneyên deverên hestiyar, tankêrên kîmyayî, tankerên niftê û bendera Heyfayê kişandiye û medya jî dibêjin ku ev yeka peyama hişyariyê ji aliyê berxwedana Lubnanê ve bo Rejîma Siyonîst bûye.
Şaredarê Heyfayê li hember hatina serkevtî ya xwefira Hizbullaha Lubnanê bo bakûrê navçeyên dagîrbûyî, daxwaz ji kabîneya Netanyahu kir ku çareseriyeke leşkerî ji bo rakirina gefna bibîne.