Berdewamiya êrişên Hizbullahê ser meqerên Rejîma Siyonîst
Tevgera Hizbullaha Lubnanê derbarê berdewamiya êrişên ser meqerên Rejîma Siyonîst û îmhakirina tankeke Merkava ya vê rejîmê agahî da.
Hizbullahê şeva Înê ragihand ku tankeke Merkava ya Rejîma Siyonîstî li herêma Şetula ya li bakurê Filistîna dagirbûyî bi mûşekên kontroldar kirin hedef, Tanka navborî dema hatûçûya li vê herêmê hat hedefgirtin û hat îmhakirin û leşkerên tê de jî hatin kuştin û birîndarkirin.Hizbullahê her wiha leşkerên siyonîst ên ku li derdora wê tankê bûn, bi guleyên hawanê kirin hedef.
Vê tevgerê her wiha derbarê êrişa ser baregehên hêzên sînorî yên Rejîma Siyonîst li baregeha Dovio li bakurê Filistîna dagirbûyî bi mûşekên Feleqê agahî da ku rasterast li hedefê ketine.
Têkoşerên Hizbullahê avahiya bicihbûna komeke hêzên îstixbarata leşkerî ya Îsraîlê li herêma El-Minarê ku tê de alavên sîxuriyê yên teknîkî hene, da ber êrişan ku di encamê de ev kelûmel hemî ji nav çûn. Têkoşerên Hizbullahê meqera El-Remsayê li girikên Keferşobayê bi çekên guncaw dan ber êrişan.