Êrişên Hizbullahê ser meqerên Rejîma Siyonîst li bakurê Filistînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i347958-Êrişên_hizbullahê_ser_meqerên_rejîma_siyonîst_li_bakurê_filistînê
Hêzên berxwedana Lubnanê îro li berdewamiya piştevaniya xwe ji xelkê Xezeyê û bersiva êrişên Rejîma Siyonîst li başûrê Lubnanê, meqerên vê rejîmê li navçeyên sînorî yên Filistîna dagirbûyî têk birin.
(last modified 2024-05-04T01:13:45+00:00 )
May 04, 2024 04:38 Asia/Tehran
  • Êrişên Hizbullahê ser meqerên Rejîma Siyonîst li bakurê Filistînê

Hêzên berxwedana Lubnanê îro li berdewamiya piştevaniya xwe ji xelkê Xezeyê û bersiva êrişên Rejîma Siyonîst li başûrê Lubnanê, meqerên vê rejîmê li navçeyên sînorî yên Filistîna dagirbûyî têk birin.

Hêzên Hizbullaha Lubnanê ragihandin ku navenda leşkerî ya Rejîma Siyonîst li bilindahiyên Mîron û Kefer Şobayê dan ber mûşekan û alavên wan ên sîxuriyê ji nav birin.Medya Îsraîlî ragihand ku di dema êrişên  tund ên Hizbullahê  bi mûşekan zengilên xeterê li bakurê bilindahiyên Mironê yên li herêma El-Celîl (bakurê Filistîna dagirkirî) hatin lêxistin.Kanala 14 a Îsraîlê jî dibêje, di van êrişan de herî kêm 18 mûşek ji Lubnanê hatine avêtin.

 Tevgera Hizbullahê jî bi weşandina daxuyaniyekê ragihandiye, ku cihê kombûna lekerên Israîlî li devera li ber bajarokê Yarûn ketiye ber êrişa mûşekan.