Xwenîşandan û nerazîbûnên navxweyî yên Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338376-xwenîşandan_û_nerazîbûnên_navxweyî_yên_rejîma_siyonîst
Di halekî de ku hîna kabîneya nû ya Rejîma Siyonîst pêk nehatiye û hema tenê Nêtabnyahû di xulekên dawiyê yên dema zêdekirî de bi şandina nameyekê bo Îshaq Hêrtzog, sergirtî û giştî ragihandiye ku bo pêkanîna kabîneyê lihevkirin pêk hatiye ta ku pêşiya nasandina cîgirekî bo pêkanîna kabîneyê bigre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2022 12:50 Asia/Tehran
  • Xwenîşandan û nerazîbûnên navxweyî yên Rejîma Siyonîst

Di halekî de ku hîna kabîneya nû ya Rejîma Siyonîst pêk nehatiye û hema tenê Nêtabnyahû di xulekên dawiyê yên dema zêdekirî de bi şandina nameyekê bo Îshaq Hêrtzog, sergirtî û giştî ragihandiye ku bo pêkanîna kabîneyê lihevkirin pêk hatiye ta ku pêşiya nasandina cîgirekî bo pêkanîna kabîneyê bigre.

Xwenîşandan û narazîbûnên navxweyî pêştir û heta  beriya pêkanîna kabîneyê destpê bûne û li bajarên Heyfa û Telavîvê nerazîbûn û xwenîşananên navxweyî hatine lidarxistin û wer tê xûyanê bi vê pêvajoyê,di rojên bê de li bajarên din ên Filistîna dagirbûyî jî xwenîşandanên nerazîbûnê bên lidarxistin.

Du kom piştgiriya van nerazîbûn û xwenîşandanan dikin. Ya ewilî, partî û komên dijber ku heta beriya lidarxistina hilbijartinan kabîne  û parleman di destê wan de bû û  nişkêva di hilbijartinêna de  piranîbûna xwe  ji dest dan û ya dudyan  jî artêş û hêzên eskerî û ewlehiyê yên vê rejîmê ne ku her du kom hegerên taybet ji xwe re hene û çawa ku partî û komên rastşop beşa civakî bo pêşdebirina armanc û siyasetên xwe bi kar tînin û yên dijber jî hema bi vê nêrînê dest bi behrewergirtina ji beşa civakî û xwenîşandanên li kolan û çarsiyan kirine.

 Neyarên siyasî yên Nêtanyahû ser vê bawerê ne ku  kabîneya Nêtanyahû, yê sîstema perwerdeyê xera bike û yê bi awayekî neguncav ji hêla darayî va piştgirîyê bide civaka cihûyên tundrê û sîstema aborî kavil bike.

Lapîd siyasîbûna artêşa Rejîma Siyonîst, lawazkirina cih û şûna navneteweyî ya  Rejîma Siyonîst û têkdana peywendiyên Telavîvê bi cihûyên rûniştiyê Emerîkayê û welatên din re ji encamên wê demê zanî ku kabîna rastgiran desthilatê bigire destê xwe.

Rayedar û hêzên Artêş jî dilnigeranê vê yekê ne ku siyasetên tund ên kabîneya nû bibin sedem artêşa têk here bi curekê ku  rojnameya  Yedîût Aharanot çapa Îsraîlê nivîsî ku hejmara xwekuştinê di nav artêşa Îsraîlê de dilnigerankir e û di sala 2022` an de , 14 eskera  xwe kuştine, ku di 5 salên derbasbûyî de hejmareke zêde ye.

Bê şik qeyranên siyasî yên di nav  partiyên îsraîlî da hegera sereke ya vê rewşê ne.