Heftemîn civîna parlimana Libnanê ji bo bijartina serokoamrê bê encam ma
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337827-heftemîn_civîna_parlimana_libnanê_ji_bo_bijartina_serokoamrê_bê_encam_ma
Heftemîn civîna parlimana Libnanê ji bo bijartina serokomarê jî negihîşte ti encamekê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2022 12:37 Asia/Tehran
  •  Heftemîn civîna parlimana Libnanê ji bo bijartina serokoamrê bê encam ma

Heftemîn civîna parlimana Libnanê ji bo bijartina serokomarê jî negihîşte ti encamekê.

Civîna şeşem a parlimanê jî roja 17ê Mijdarê hatibû lidarxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa El-Neşreyê, civîna îro Pêncşemiyê jî bêyî ti encamekê bi dawî bû û Nebîh Birrî serokê Parlimana Libnanê Pêncşemiya 1ê Kanûna 2022an wek tarîxa civîna heştem diyar kir.

Hin aliyên siyasî hegera sereke ya serneketina parlimana Libnanê di bijartina serokomarê nû da bi astengîderxistina Partiya Qowatê bi serokatiya Semîr Ce'ce' va girêdidin.