Terorkirina fermandarekî “Erîn El-Eswed” li Şerîeya Rojava
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337234-terorkirina_fermandarekî_erîn_el_eswed_li_Şerîeya_rojava
Artêşa siyonîst yek ji fermandarên gurûpa berxwedanê ya nû ya bi navê "Erîn El-Eswed" teror kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2022 12:30 Asia/Tehran
  • Terorkirina fermandarekî “Erîn El-Eswed” li Şerîeya Rojava

Artêşa siyonîst yek ji fermandarên gurûpa berxwedanê ya nû ya bi navê "Erîn El-Eswed" teror kir.

“Erîn El-Eswed” tê maneya "kola şêran" û belkî hilbijartina vî navî ji bo vê koma filistînî ji ber operasyonên wan ên serkeftî yên li dijî dagirkeran bibe.

Li gorî rapora binkeya El-Erebî El-Cedîd, gurûpa berxwedanê ya nû ya "Erîn El-Eswed" sibeha îro yekşemiyê şehîdbûna yek ji fermandarên xwe bi navê "Tamir El-Kilanî" ji aliyê Rejîma Siyonîstî ve ragihand. Ev fermandarê berxwedanê bi bombeya ku bi motorsîkleta wî ve girêdayî bû hat terorkirin.

Operasyonên serketî yên têkoşerên ciwan ên girûpa "Erîn El-Eswed" nîgeraniyeke mezin xistiye nav siyonîstan ta radeya ku çavkaniyên siyonîstî vê koma ciwan bi tena serê xwe metirsî li ser hebûna Telavîvê dibînin.