Cotmeh 20, 2022 15:09 Asia/Tehran
  • Civîna parlemana Lubnanê ji bo hilbijartina serokomarê nû dest pê kir

Civîna parlemana Lubnanê ji bo hilbijartina serokomarê nû yê wî welatî dest pê kir.

Li gor nûçeya malpera El-Ahed, Serokê Parlemana Lubnanê Nebîh Bêrî bi amadebûna 110 endamên parlemanê dest bi vê civînê kiriye.

Di vê civîna Parlemana Lubnanê de, ji bo cara duyem bona hilbijartina serokomarê nû yê Lubnanê parlemanter dengê xwe didin.

Di civîna berê ya endamên parlemana Lubnanê de, ti namzedên serokomariyê nekarîn piraniya dengan bi dest bixin, ji ber wê jî danasîna cîgirê Mîşêl Ewn paş ket.

Xitimîna siyasî ya li Lubnanê ne girêdayî mehên dawî ye, lê bi ser vê rewşê re nêzî sê sal derbas bûne; “Necîb Mîqatî” karî di meha Gulanê de hilbijartinên nû yên parlemanî li Lubnanê birêve bêxe û piştî wê jî wek serokwezîrê nû hat nasandin, lê piştî çend mehan, heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin.

Dema Serokomarê niha yê Lubnanê Michel Ewn di 31ê Cotmehê de bi dawî dibe.

Serepeyv