Hizbullah: Hemî komployên dijî Berxwedanê dê tûşî şikestê bên
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336702-hizbullah_hemî_komployên_dijî_berxwedanê_dê_tûşî_şikestê_bên
Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Hemî komplo, xewn û xeyal û kiryarên dijminane li hemberî Hizbullahê dê têk biçin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 25, 2022 11:42 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Hemî komployên dijî Berxwedanê dê tûşî şikestê bên

Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Hemî komplo, xewn û xeyal û kiryarên dijminane li hemberî Hizbullahê dê têk biçin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Kanala El-Minarê, Şêx Elî De'mûş, Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê li bajaroka Eyta El-Cebelê, got: Berxwedan aniha tevî hemî zext û pirsgirêkan di asta herî bilind a hêz û hebûna xwe da ye û li hundir li dijî hemî kiryarên Ameîrka û Rejîma Siyonîst, Erebistan û kirêgitiyên wan disekine.

Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Libnaniyên şerîf û sozdar pişta Berxwedanê digirin û her çiqasî zext û pirsgirêk zêdetir bibin, dîsan jî dest ji armanc û çeka Berxwedanê nakişînin; ji ber ku wan rastbêjiya Berxwedanê di rêya armancên welêt da dîtiye û serkeftin û destkeftên wê tînin bîra xwe.

De'mûş tekez ir: Libnan tûşî eyrana aborî ya herî giran di dîroka xwe da bûye û tenha rêya derketin û rizgariya ji vê qeyranê, vegerandina çavkan û heyîtiyên xwe yên deryayî û hewildana ji bo peydakirina rêkarên rasteqîn û avakirina aboriya serbixwe bi palpiştiya bi xwe û bêyî çaverêtiya ji derva ye.