Hizbullah: Libnan tûşî şerekî amerîkî bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336420-hizbullah_libnan_tûşî_şerekî_amerîkî_bûye
Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Amerîka şerekî giştalî bi Libnanê ra dimeşîne da ku gel were teslîmkirin û Berxwedanê ji çek bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 12, 2022 05:17 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Libnan tûşî şerekî amerîkî bûye

Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Amerîka şerekî giştalî bi Libnanê ra dimeşîne da ku gel were teslîmkirin û Berxwedanê ji çek bike.

Şêx Elî De'imûş, Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Amerîka dixwaze bi vî şerê aborî, siyasî û medyayî, wiha bike ku gelê Libnanê teslîm bibe û bêalî bimîne.

Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê tekez kir: Amerîka divê bizane ku gelê Libnanê alaya Berxwedanê rakiriye û di rewşên herî dijwar da dest ji piştevaniya ji wê nekişandiye. Aniha û di pêşerojê da jî her çiqasî ku zext û pirsgirêk mezin bin, dê dest ji Berxwedanê nekişîne û dijmin divê ji têkdana vî gelê bêhêvî bibe.

Şêx De'mûş her wiha got: Berpirs û hokara qeyran û rencên Libnanê Amerîka ye, ji ber ku rê li ber her kiryarekê ji bo wergirtina elektrîk û alîkariyê ji aliyên din digire û bi salan e nahêle ku neft û gaza Libnanê heta ji meydanên ku ti kêşeyek li ser wan tuneye jî, were derxistin.