Şehîdek û heft birîndar; Encama êrîşa siyonîstan ser bajarê Cenînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336289-Şehîdek_û_heft_birîndar_encama_êrîşa_siyonîstan_ser_bajarê_cenînê
Di encama êrîşa leşkerên siyonîst li ser bajarê Cenînê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, filistîniyek şehîd û heft kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2022 10:40 Asia/Tehran
  • Şehîdek û heft birîndar; Encama êrîşa siyonîstan ser bajarê Cenînê

Di encama êrîşa leşkerên siyonîst li ser bajarê Cenînê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, filistîniyek şehîd û heft kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa Me'aya Filistînê, Bi sedan leşkerên Rejîma Siyonîst êvara Duşemiyê hevrê digel dozerekê êrîşî ser bajarê Cenînê kir.

Di vê êrîşê da, siyonîstan mala şehîd Re'id Hazim ku derdora pênc mehan beriya niha sê siyonîst di operasiyoneke dije-siyonîstî da kuştibûn, dorpêç û wêran kir.

Kanala televîziyonî ya Qudsê hin dîmen ji kiryara leşkerên siyonîst a teqandina avahiya şehîd Re'id Hazim li Cenînê weşandin.

Re'id Fethî Hazim ku perwerdehiya xwe di qada komputerê da qetandibû, operasiyonek li kolana Dîzenkofa Til Avîvê bi cih anî ku tê da 3 siyonîst hatin kuştin û derdora 15 kes jî birîndar bûn.