Tevgera Cîhada Îslamî pesna helwêsta Îranê derheq Filistînê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335858-tevgera_cîhada_Îslamî_pesna_helwêsta_Îranê_derheq_filistînê_da
Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê sipasiya helwêsta Komara Îslamî ya Îranê ya piştevaniya ji gelê Filistînê û berxwedana wî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2022 05:49 Asia/Tehran
  • Tevgera Cîhada Îslamî pesna helwêsta Îranê derheq Filistînê da

Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê sipasiya helwêsta Komara Îslamî ya Îranê ya piştevaniya ji gelê Filistînê û berxwedana wî kir.

Tariq Selmî, Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di gotûbêja taybet di gel IRAN Pressê da tekez kir: Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo El-Nexale hevdem, digel şerê "Yekîtiya Meydanan" di gel Rejîmam Siyonîst, tekezî li ser piştevaniya ji gelê Filistînê û alîkariya bo wî di rûbirûbûna digel Rejîma Siyonîst dike.

Berdevkê fermî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand: Îranê di çepera berevaniya ji gel û berxwedana Filistînê da rawestiyaye û li dijî planên istikbarî û siyonîstî-amerîkî disekine.

Tariq Selmî her wiha ji hemû welatên erebî û îslamî xwest ku helwêsta Komara Îslamî ya Îranê ya piştevaniya ji gelê Filistînê di warên manewî û madî da ji xwe ra bikin mînak.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wek bersiva bo nameya Ziyad Nexale, Sekretrrê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, berxwedana bi mêrxasî ya Cîhada Îslamî sebeba xurtkirina cîgeha vê tevgerê di berxwedanê da û pûçkirina komploya Rejîma Siyonîst û têkbirina wê da zanîn û tevî tekeziya li ser pêwîstiya parastina yekparçetiya hemû komên filistînî, ragihand: Dijminê xesbker ber bi lawaziyê û Berxwedana Filistînê ber bi bihêzbûnê va ye.