Hizbullaha Libnanê Rejîma Siyonîst hişyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i334783-hizbullaha_libnanê_rejîma_siyonîst_hişyar_kir
Rêveberê giştî yê ewlehiya gelemperî yê Hizbullaha Libnanê Amûs Hûkştayn navciyê Amerîkayê di gotûbêjên diyarkirina sînorên navbera Libnanê û Rejîma Siyonîst hişyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2022 07:36 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê Rejîma Siyonîst hişyar kir

Rêveberê giştî yê ewlehiya gelemperî yê Hizbullaha Libnanê Amûs Hûkştayn navciyê Amerîkayê di gotûbêjên diyarkirina sînorên navbera Libnanê û Rejîma Siyonîst hişyar kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Beyrûtê, Hizbullaha Libnanê Rejîma Siyonîst hişyar kir ku eger keştiya israîlî ya ku derbasî avên kêşeliser ên navbera Libnan û Rejîma Siyonîst bûye, gazê ji vê navçeyê derxîne, dê bikeve ber êrîşa Hizbullahê.

Li gorî rapora medyayên libnanî, li pey wergirtina vê peyamê asta amadetiya hêzên Rejîma Siyonîst zêde bûye û Hûkştayn peyama Hizbullahê veguhestiye wan.

Vê dawiyê keştiyeke derxistina gazê ya Rejîma Siyonîst derbasî navçeya deryayî ya kêşeliser navbera vê rejîmê û Libnanê li meydana gazî ya Karîşê bûye.

 

Rejîma Siyonîst îdia dike ku meydana Karîşê li hundirê navçeya aborî ya vê rejîmê ye; D halekî da ku Libnan bawer e ku ev meydan li nav avên kêşeliser e û nabe ku beriya bidawîhatina gotûbêjên nerasterast ên du aliyan ji bo diyarkirina sînorên deryayî, derxistina gaza wê dest pê bike.