Ji Şerîda Xezeyê roket avêtin herêmên dagirkirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333436-ji_Şerîda_xezeyê_roket_avêtin_herêmên_dagirkirî
Çavkaniyên siyonîstî îdia kirin ku ji zîvala Xezayê roket avêtine El-Nîqabê li erdên dagirbûyî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2022 10:40 Asia/Tehran
  • Ji Şerîda Xezeyê roket avêtin herêmên dagirkirî

Çavkaniyên siyonîstî îdia kirin ku ji zîvala Xezayê roket avêtine El-Nîqabê li erdên dagirbûyî.

Li gor rapora ajansa nûçan a “Euronews”ê, sibeha îro Înê roketek li “El-Neqeb”a dagîrbûyî ket, ku li gor çavkaniyên siyonîstî ji zîvala Xezayê hatiye avêtin.

Ajansa nûçeyan a Filistînê Sama jî ragihand ku gulleyeke hawanê ji başûrê zîvala Xezayê ber bi herêma Kerem Ebû Selîm a Filistîna dagirbûyî ve hatiye avêtin. Di êrîşa bi roketan de ti ziyanên canî çênebûne.

Çekdarên Siyonîst û bajaroknişînên Siyonîst di rojên derbasbûyî de çendîn caran êrişî deverên curbicur ên Filistînê ji nav wan Mizgefta Eqsayê û Şerîeya Rojava kirine û di encamê de bi dehan filistînî şehîd û birîndar bûne. Herwiha zêdeyî 400 Filistînî jî hatin binçavkirin.