Şehadeta sêyemîn ciwanê filistînî di "Nablus" / şîna giştî de
Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Filistînê şehîdbûna sêyemîn ciwanê filistînî li başûrê bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava ragihand.
Li gor nûçeya ajansa Şahab; Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Filistînê îro piştî nîvro ragihand ku ciwanê filistînî bi navê “Fewaz Hemaîl” ku çend roj berê di şer û pevçûneke dijwar bi leşkerên Îsraîlê re kete ber gulleyên wan û birîndar bû, îro ji ber birînên giran şehîd bû.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro danê sibê ragihand ku “Şas Kamcî” û “Mustafa Ebû El-Rebb” du ciwanên filistînî li “Cenîn”ê bi gulleyên leşkerên Siyonîst hatin şehîdkirin û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî vê raporê, li pey şehîdbûna ciwanên filistînî û şermezarkirina kiryarên dijminane yên siyonîstan, îro li parêzgehên Ramallah û El-Birehê şîna giştî hat ragihandin û piştî wê jî li van deveran grevek berfireh hat lidarxistin.
Hêzên rejîma Îsraîlî roja Çarşemê êrîş birin ser bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava û di encamê de ciwanekî filistînî şehîd bû û 31 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Hemas û Cîhada Îslamî ya Filistînê îro li bara dewama êriş û kiryarên dijminane yên Rejîma Siyonîst hişyarî dan.