Di operasyonên berxwedana Filistînê de 4 siyonîst birîndar bûn
Çavkaniyekî medyayî ragihand ku li operasiyona berxwedanê ya Filistîniyekî li Şerîeya Rojava 4 rûniştvanên siyonîst birîndar bûn.
Rejîma Siyonîst her roj gelê mezlûm ê Filistînê bi hincetên curbecur şehîd, birîndar an jî desteser dike; Filistînî jî ji bo berteka van cinayetan operasyonên dijî sîyonîstan li dar dixin.
Malpera nûçeyan a bi zimanê Îbranî Macour Rishon roja Pêncşemê ragihand ku 4 siyonîst di operasyoneke bi çeka sar de ya Filistîniyekî li nêzî Gûş Atsiyon a Qiraxa Rojava Çemê Urdinê birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên Rejîma Îsraîlê berpirsê operasyona berxwedanê bi gulleya siyonîstan li nêzî Gûş Atsiyon şehîd bûye.
Herwiha îro danê sibê (pêncşemê) 3 filistînî li bakûrê Qiraxa Rojava Çemê Urdinê bi gulleyên leşkerên Siyonîst şehîd bûn û 7 filistînî jî birîndar bûn.