Nûciwanekî filistînî li Qudsa dagirbûyî şehîd bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i332374-nûciwanekî_filistînî_li_qudsa_dagirbûyî_şehîd_bû
Nûciwanekî filistînî roja Yekşemiyê bi gulleya leşkerên Rejîma Siyonîst li Qudsa dagirbûyî şehîd bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2022 05:03 Asia/Tehran
  • Nûciwanekî filistînî li Qudsa dagirbûyî şehîd bû

Nûciwanekî filistînî roja Yekşemiyê bi gulleya leşkerên Rejîma Siyonîst li Qudsa dagirbûyî şehîd bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Yekşemiyê bi şev ragihand ku Yamin Nafiz Cefal nûciwanê 16 salî ji ber guleya leşkerên Rejîma Siyonîst li bajaroka Ebûdeysa Qudsa dagirbûyî şehîd bû.

Li gorî rapora çavkaniyên filisstînî, leşkerên siyonîst gaza rondikrêj reşandin ser ambûlansa ku dixwest were alîkariya Yamin Nafiz Cefal û rê li ber rakirina wî bo nexweşxaneyê girt û di dawiyê da ev nûciwan ji ber xwînhatinê û giraniya birînê şehîd bû.

Tariq Izedîn Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filisstînê demek beriya niha bi şermezarkirina cinayetên rejîma dagirker a siyonîst got: Siyonîst zû an dereng dê berdîla kiryarên xwe bidin.