Di merasîma oxirkirina cenazên qurbaniyên teqîna başûrê Libnanê de 10 hatin kuştin û birîndar bûn
Di merasîma oxirkirina cenazên qurbaniyên teqîna depoya kapsulên oksîjenê li kampeke Filistîniyan li başûrê Lubnanê de 10 kes mirin û birîndar bûn.
Li gorî rapora roja duşemê ya IRIB Newsê, Di merasîma oxirkirina cenazên qurbaniyên teqîna depoya kapsulên oksîjenê li kampa penaberên filistînî ya Birc El-Şam li bakurê bajarê Sûrê yê Lubnanê de, 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku kesên nenas teqe li beşdarên merasîma oxirkirina cenazeyan kirin û li kampê bi hêzên ewlehiyê re ketin nava şer û pevçûnê.
Hêzên ewlekarî yên Lubnanê li ser sedema teqekirinê lêkolînê dikin.
Xaça Sor a Lubnanê jî ragihand, îhtîmala zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran di encama gullereşandinê de heye.
Roja Înê li kampa Filistînê ya Birca Bakurî li bajarê Sûre yê başûrê Lubnan, piştî şewata tankereke mazotê, agir bi mizgefteke nêzîkî wê ket ku di encama de depoyeke çekan ya nêzîkî mizgevtê teqiya.
Di vê teqînê de 12 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.