Rejîma Siyonîst ceyranê li Xezeyê qut dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i326429-rejîma_siyonîst_ceyranê_li_xezeyê_qut_dike
Wezîrê Îstîxbarata Îsraîlê Êlî Kohen wiha got: "Dê cereyan li ser Xezeyê were qut kirin da ku pêşî li êrişên roket û mûşekên berxwedanê yên li dijî Îsraîlê bigire."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2021 14:48 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst ceyranê li Xezeyê qut dike

Wezîrê Îstîxbarata Îsraîlê Êlî Kohen wiha got: "Dê cereyan li ser Xezeyê were qut kirin da ku pêşî li êrişên roket û mûşekên berxwedanê yên li dijî Îsraîlê bigire."

Li gorî IRNAyê, rayedarê siyonîst behsa hûrgulî û dema vê kiryarê nekir.

Di vê navberê de, raporên meydanî yên ji deverên curbicur ên Xezeyê diyar dikin ku di roja dehem a êrîşan de, balafirên Rejîma Îsraîl bi tenê avahiyên niştecihbûnê û zeviyên çandiniyê kirin armanc.

Hêzên siyonîst ên dagirker roja Duşemiya hefteya borî êriş û desdirêjiyên xwe yên hovane li dijî Zîvala Xezeyê û Fîlîstîniyan dabûn dest pêkirin û di encamê de zêde ji 215 Filistînî şehîd bûne û zêdetirî 1400 kes jî birîndar bûne.

Berxwedana Filistînê di bersiva êriş û desdirêjiyên siyonîstan ser Xezeyê de li erdên dagirkirî  mûşekbaran kirin.