60 balefirên şêrr ên Rêjîma Siyonîst ser Xezeyê
60 balefirên şêrr ên Rêjîma Siyonîst jin berbanga îro Sêşemiyê va 65 navçe li Zîvala Xezeyê bombebaran kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Hîsay Zêlbêrmen Berdevkê artêşa Rêjîma Siyonîst di konferanseka çapemeniyê da îdia kir ku ev hejmara êrîşan di nîv saetê da qewimîne û bi dehan kîlomitr ji tûnelên hêzên berxwedanê li Xezeyê ji nav çûne. Ev êrîş pirranî li taxa Remalê ya rojavayê Xezeyê qewimîne.
Li bajarê El-Luda dagirkirî jî pevçûna navbera filistînî û siyonîstan didome û rewşa awarte bi qasî 48 saetên din hatiye dirêjkirin.
Ji aliyê din va, tevî teblîxata rejîma dagirker a siyonîst derbarê vê yekê ku şêniyên Filistîna dagirkirî hin koçberên bêguneh in ku di karên leşkerî da dest werndin, lê kombûna şeva çûyî ya siyonîstan li Qudsa dagirkirî careke din rûyê van cinayetkaran aşkira kir.
Li gorî malpera Arûts Şûyê, Hejmareka siyonîstan êvara Duşemiyê bi kombûna li ber cihê mayîna Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê vê rojîmê, daxwaza dewama êrîşên cinayetkarane li ser Zîvala Xezeyê û kutina gelê Filistînê kirin.