Xwenîşandana Hêrsê li Beyrûtê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i325531-xwenîşandana_hêrsê_li_beyrûtê_hat_lidarxistin
Bi sedan kes ji welatiyên libnanî bi lidarxistina xwenîşandanekê li Beyrûtê daxwaza lezandina damezirandina "Dewleta Veguhestî" jibo filitandina vî welatî ji qeyranên aborî û jiyanê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2021 11:05 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana Hêrsê li Beyrûtê hat lidarxistin

Bi sedan kes ji welatiyên libnanî bi lidarxistina xwenîşandanekê li Beyrûtê daxwaza lezandina damezirandina "Dewleta Veguhestî" jibo filitandina vî welatî ji qeyranên aborî û jiyanê kirin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Dar ul-Heyatê, Di vê xwenîşandanê da welatî û çalakên civakî yên Libnanê, pergala aborî û siyasî wek berpirsa xedarbûna rewşa aborî û gendeliyê dan zanîn û dirûşmeyên wekî "Serhildana dijî gendelan" û "Welêt vegerînin" bilind kirin.

Xwenîşandeeran her wiha daxwaza wêdadayîna Seid Herîrî serokwezîrê erkdarkirî û damezirandina bilez a dewletê kirin.