Balefirên Rêjîma Siyonîst qada asimanî ya Libnanê derbas kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i323068-balefirên_rêjîma_siyonîst_qada_asimanî_ya_libnanê_derbas_kir
Artêşa Libnanê qala dewama binpêkirina qasa asimanî ya vî welatî ji aliyê balefireke sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2021 12:21 Asia/Tehran
  • Balefirên Rêjîma Siyonîst qada asimanî ya Libnanê derbas kir

Artêşa Libnanê qala dewama binpêkirina qasa asimanî ya vî welatî ji aliyê balefireke sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst kir.

Li gorî rapora Sputnikê, Artêşa Libnanê îro Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Balefireke sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst di kêmtir ji 12 saetan da, du caran qada asimanî ya Libnanê di bajarokên Ulema ul Şeib û Keferkelayê binpê kiriye.

Artêşa Libnanê her wiha ragihand ku ev balefira Rêjîma Siyonîst cara duyem li ser navçeyên başûrê Libnanê firriya û piştî saeteke gerrê, ji asimanê bajaroka Yarûnê derket.