Almanya ji şerên li Lîbya û Yemenê re çekan difiroşe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i322843-almanya_ji_şerên_li_lîbya_û_yemenê_re_çekan_difiroşe
Almanyayê di sala 2020’an de herî kêm bi qasî milyarek eûro çek firotine aliyên ku li Lîbya û Yemenê şer dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2021 16:38 Asia/Tehran
  • Almanya ji şerên li Lîbya û Yemenê re çekan difiroşe

Almanyayê di sala 2020’an de herî kêm bi qasî milyarek eûro çek firotine aliyên ku li Lîbya û Yemenê şer dikin.

Wezareta Aboriyê ya Almanyayê bersiv da pirsnama Partiya Keskan û diyar kir ku hatiye pesendkirin ew di sala 2020’an de bi qasî 5 milyar eûroyan çekan bifiroşin welatên biyanî. Di sala 2019’an de firotina çekan bi qasî 8 milyar eûro bû û di sala 2020’an de ev hejmar daket 5 milyaran.

Heta 17’ê Kanûna 2020’an Almanyayê pesend kiriye ku bi qasî 753 milyon eûroyan çek û malzemeyên leşkerî bifiroşe. Li gorî van hejmaran bi qasî 305 milyon eûroyan firotine Qeterê, bi qasî 51 milyon eûroyan firotina Îmartetên Yegirtî yên Erebî, bi qasî 22 milyon û 900 hezar eûroyan jî çek firotine Tirkiyê.

Di nav vana welatan de dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbya û  Hevpeymaniya Erebî  ya lidijî Yemenê şer dike jî hene. Misir, Îmaretên Ereban ên Yekgirtî, Urdun û Bahreyn û Erebistana Siûdî li Yemenê di nav Hevpeymaniya Erebî de ne. Ev koalîsyon li dijî Ensarullaha Yemenê (milîşên Hûsî û qismek mezin ji artêşa Yemenê) şer dikin.

Neteweyên Yekbûyî gelek caran diyar kiribû ku Tirkiye û Îmîratên Ereban ênYekgirtî çekan didin hêzên li Lîbyayê û ambargoya NY binpê dikin..