Normalkirina pêwendiyan digel Israîlê beşeke stratejiya pêşeroja Riyazê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i322023-normalkirina_pêwendiyan_digel_israîlê_beşeke_stratejiya_pêşeroja_riyazê_ye
Wezîrê karên derve yê Siûdî bi aşkiratî ragihand ku danîna têkiliya tam a dîplomatîk digel Rêjîma Siyonîst beşek ji asoya siyasî ya rayedarên Riyazê bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2020 09:20 Asia/Tehran
  • Normalkirina pêwendiyan digel Israîlê beşeke stratejiya pêşeroja Riyazê ye

Wezîrê karên derve yê Siûdî bi aşkiratî ragihand ku danîna têkiliya tam a dîplomatîk digel Rêjîma Siyonîst beşek ji asoya siyasî ya rayedarên Riyazê bûye.

Li gorî rapora El-Cezîreyê, Feysel bin Ferhan Alê Siûd, Wezîrê karên derve yê Siûdî roja Îniyê di axaftinekê da pêgirî kir, normalkirina pêwendiyan digel Israîlê demeke ku bûye beşeke stratejiya siyasî ya Erebistana Siûdîê û ev yek cara yekem sala 1982an ji aliyê Fehed bin Ebdulezîz Alê Siûd va hatiye hilêxistin.

Ferhan got: Stratejiya pêşberî Riyazê ev e ku Israîl têkiliyeke asayî û tam digel welatên derdora xwe dayne û gotûbêja Til Avîvê digel filistîniyan jibo lihevkirinê pêk were.

Wezîrê karên derve yê Siûdî demek beriya niha jî li kêleka civîna G20'ê gotibû ku welatê wî hertim piştgirê asayîkirina pêwendiyan digel Israîlê û lihevkirineke aştiya dayîmî bûye.